Haydar Şahin
03 Hezîran 2017•Rojanekirin: 03 Hezîran 2017
ANKARA
Bîrol Erdemê Serşêwirmendê Serokwezîriyê û jina wî ji ber endamtiya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatin sitandin, der heqê Misteşarê berê yê Wezareta Dadê Bîrol Erdemê ku nika wezîfeya Serşêwirmendiya Serokwezîriyê dike û Gulumser Erdema jina wî da ji ber sûcê endamtiya FETOyê biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê îro şebeqê Bîrol Erdem li mala wî ya li Etîmesgutê, Gulumser Erdema jina wî jî li mala xuşka wî ya mezin a li Yenîmahalleyê binçav kirin.
Erdem di 25ê cotmeha 2010î da bibû endamê Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran, di navbera 21ê mijdara 2011î û 1ê rêbendana 2014an ad Mişteşariya Wezareta Dadê kiribû.