03 Hezîran 2017•Rojanekirin: 04 Hezîran 2017
ANKARA
Hêzên Artêşa Tirkiyeyê li Çiyayên Îkiyakayê yê li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di şikeftekê da gelek çek, cebilxane, xwarin û xurek û melzemeyên curbecur dîtin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat destnîşankirin ekîbên Fermandariya Tumena Piyade ya 3yemîn li Çiyayên Îkiyakayê şikefteke endamên rêxistina terorê wek depo diemilînin tesbît kirin.
Hat diyarkirin di şikeftê da 2 doçka, tivingeke nîşangiriyê, 3 biksî, 2 perçeyên biksiyê, qirmeyeke mekanîk, 2 kanas, 3 RPG 7 rokêtavêj, 55 şarjorên keleşê, 5 bîdon cebilxaneya keleşê, 13 guleyên rokêta antîpersonel, 30 guleyên rokêta antîtankê, 7 fişengên sewqê, 2 perçeyên şarjorê, 5 guleyên rokêtavêjê, 2 bîdon funye, 200 guleyên biksiyê, 5 dûrbînên şevê, 2 dûrbînên nîşangiriyê, 7 bêtêl û gelek xwarin û xurek û melzemeyên curbecur hatin dîtin.
Wek mayîn di operasyonên li herêmê tên kirin da heta niha 26 endamên rêxistinê hatine berterefkirin.