DIYARBAKIR
Hin nûnerên rêxistinên civakî ên sivîl çûn ziyareta Şaredariya Mezin a Diyarbekirê û êrîşa ku li ser konê fitarê ya Amerîkayê hat kirin, şermezar kirin.
Di serokatiya Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Başûrê Rojhilatê Şah Îsmaîl Bedîrhanoglu de 30 nûnerên rêxistinên civakî ên sivîl çûn ziyareta Şaredariya Mezin a Diyarbekirê.
Komê bi hevserok Gulten Kişanak û Firat Anlî re hevdîtin pêk anîn. Civîn bêyî çapemeniyê dewam kir, lê piştî civînê daxuyanî ji bo çapemeniyê hat dayîn.
Bedîrhanoglu got ku ew êrîşa li ser konê fitarê ya Amerîkayê hat kirin, şermezar dikin.
Bedîrhanoglu got ku bi vê êrîşê ve hewl hatiye dayîn ku li bajêr tevlihevî çêbe û wiha axivî: "Em vê êrîşê qebûl nakin û ji vir jî careke din wek rêxistinên civakî yên sivîl em vê şermezar dikin. Hewl tê dayîn ku tevliheviyek li bajêr çêbe û ev tiştekî pir bi talûke ye. Helbet mirov azad in ku hin tiştan hez nekin. Dikarin bi awayekî demokratîk bertekên xwe nîşan bidin, lê bi tundiyê ve tevgerîn pir bi talûke ye. Ev bajêr êdî naxwaze ku vegere rojên berê, naxwaze bûyerên bi vî rengî biqewimin. Em li hember vê bangî her kesî dikin ku bila hesas bin."
Bedîrhanoglu daxuyand ku ew ê îşev herin li konê fitarê ya ku ev bûyer lê qewimî û bangî saziyên civakî yên sivîl kir ku bila ew jî werin.
Duh li Qada Dagkapiyê endamên 72 saziyên civakî yên sivîl çibûn li ber kona fitarê ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ku bernameya Konsolosê Edenê yê Amerîkayê John Espînoza protesto bikin. Li wir xwarinên fitarê rijandibûn, kon xirab kiribûn, mase û sendelî wergerandibûn. Zabiteyan nehîştibûn ku wisa tevbigerin û di navbera wan de pevçûn çêbibû. Di bûyerê de jê yek polês bi giştî 7 kes birîndar bibûn.