Abdullah Tel
06 Adar 2021•Rojanekirin: 07 Adar 2021
Li herêma Rojhilatê germahiya herî kêm di bin sifirê da 24 pile li Goleya navçeya Erdexanê hat pîvan.
Li gor daxuyaniya ku Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê weşand li herêmê hewa wê ewrayî û kêm ewrayî be.
Germahiya hewayê li gor asta demsalê ye û bayê ji alî başûr va tê wê car caran tesîra xwe zêde bike.
Li herêmê ji deverên welatî lê dijîn cihê herî sar Goleye navçeya Erdexanê bû lewra germahiya hewayê di bin sifirê da 24 pile hat pîvan.
Bi şev germahiya herî kêm di bin sifirê da li Agiriyê 14, Erdexanê 12, Qers û Erziromê 9, Erzincanê 3 û Îdirê jî 2 pile hat pîvan.
Di nav rojê da jî germahiya herî zêde li Îdir û Erzincanê 13, Qersê 8, Erzirom û Erdexanê 4 û Agiriyê jî 3 pile tê payîn.
Li herêmê ji ber hewaya sar, qeşa, mij, pûk û talûkeya aşîtê divê welatî û rayedar baldar bin.