DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê hin karsazan ji bo ku Komeleya Karsaz û Pîşesazên Kurdistanê (KURDSÎAD) li dar bixin serî li Maseya Komeleyan ya Walîtiyê xistin.
Serokê Damezrîner yê KURDSÎADê Abdulbakî Karadeniz piştî ku daxwaznameya avakirinê da walîtiyê daxuyanî da û diyar kir ku komele ava kirine û niha jî hukmê şexsîtiyê dane destpêkirin.
Karadenîz eşkere kir ku bi 9 endamên damezrînerê ve serî lê dane û wiha got: "Em ê bi karsazên ku li Kurdistanê dijîn û li vir kar dikin re xebatên xwe bi rê bibin. Armanca komeleya me ew e ku li gor nasname, çand û ziman marqeyan çêbikin, bi kesên ku kurdewar in û dixwazin tevkariyê bidin pîşesazî û aboriya Kurdistanê re bixebitin."
Karadenîz destnîşan kir gava ku komeleya wan hukmê şexsiyeta xwe bi dest bixe ew ê dest bi xebatên xwe bikin û wiha axivî: "Hemû kesên ku li Kurdistanê an jî li Tirkiyeyê dijîn dikarin bibin endamê komeleya me. Me serî li Maseya Komeleyan ya Walîtiyê xist. Ew ê jî daxwaznameya me bişînin mercîyên berpirsyarê vî karî û paşê jî fikr û ramanên Wezareta Karên Navxweyî bipirsin."