Önder Beyter
18 Adar 2019•Rojanekirin: 22 Adar 2019
Li Seydîşehira navçeya Konyayê komek çiyager ji bo bîranîna şehîdên Çanakkaleyê hilkişiyan serê Çiyayên Torosê.
Li Seydîşehira navçeya Konyayê komek çiyager ji bo bîranîna şehîdên Çanakkaleyê hilkişiyan serê Çiyayên Torosê. ( Fahri Kubilay - Anadolu Agency )
7 çiyagerên ku serê sibehê bi wesayîtên xwe hatin bajarokê Taraşçi, berê xwe dan hevraz û hilkişiyan serê çiya.
Koma ku derket serê Çiyayên Torosê, alaya Tirk û pankartê ku li ser "Di 104emîn salvegera Serfiraziya Çanakkaleyê da em şehîdên xwe bi rehmet bi bîr tînin" dinivîse, vekirin.
Çiyagerên ji Seydîşehirê piştî kişandina wêneyan, vegeriyan.
Ji çiyageran Alî Toprak di daxuyaniya xwe da diyar kir ku wan li 2 hezar raqimê hemû şehîdên xwe bi bîr anîn û wiha dewam kir, "Xwedê rehma xwe li hemû şehîdên me yên Çanakkaleyê û birayên me yên ku li Zelanda Nû bi xwînxwarî hatin şehîdkirin, bike."