ANKARA
Xwepêşandanên li dijî qetliyamên Misir û Sûriyeyê yên di rêberiya şaxa Ankarayê ya ÎHHyê û hinek saziyên sivîl yên civakî di roja 8an de jî bi piştgiriya welatiyan dewam kir.
Di roja 8an ya protestoyan de li Parka Abdî Îpekçî ya li Sihhiyeyê wekî her êvar di saet 18.00-22.00an de welatiyan bi sembola rabîayê piştgirî da xwepêşandanan.
Di xwepêşanê de rayedarên hin saziyên sivîl ên ku piştgiriyê didin protestoyê axivîn, her wiha lîstikvan û derhêner Mehmet Tahir Îkîler jî bi rola medahiyê pêşaneyek pêşkêşî welatiyan kir. Di heyama protestoyê de nimêjên mexreb û eşayê jî bi cemaetî hatin kirin.
Çalakiyên protestoyê yên bi vî rengî li Îzmir, Tekîrdag, Karabûk, Samsun, Balu û Malatyayê jî bi beşdariya siyasetmedar, saziyên sivîl û gelek welatiyan hatin lidarxistin.