ÎSTANBUL
Kesên ku li ser navê Hereketa Şaristanî û Mirov, bi serokatiya Hereketa Cîwan û çend saziyên civakî yên sivîl ji bo ku balê bikşînin li ser qetliyama li Misrê, li Parka Saraçhaneyê li hev civiyan. Komê bi hev re nimêja mexrebê û eşayê kir.
Li parkê çend pankartên ku li ser "Heke hûn ji bo azadiyê ji mirinê re ne amade bin, peyva azadiyê ji ferhenga xwe derxin-Malcom X", "Armanca me Xwedê ye, serokê me Resûlullah e, makezagona me Qur'an e, rêya me cîhad e, daxwaza me ya herî mezîn ji bo Xwedê şehîdketin e-Hesen El-Benna", "Em teslîm nabin, an li ser dikevin an jî dimrin-Omer Muxtar", "Birayê min tu azad î-Seyyîd Qutub" nivîsandî hatin daliqandin.
Wêneyên avakerê Birayên Misilman Hesen el-Benna, nivîskar Seyyîd Qutubê ji hêla rejîma Misrê ve hatine îdamkirin û Serokomarê ewil yê hilbijartî Muhemed Mursî û hîn ayetên ji Qur'anê yên ku bi îngîlîzî, erebî û tirkî nivîsandî jî li parkê hatin daliqandin.
Komê slogan avêtin. Hîn kesan jî li ser milên xwe peyva "r4bîa"yê nivîsandin.
Piştî konsera Kenan Daglar ê solîstê Koma Werayê komê dia kir û belav bûn.
Hat diyarkirin ku protesto dê sibê jî bidome.
Ji hêla din li Antalya û Sîvasê jî protestoyên li dijî qetliyamê çêbûn.