Abdullah Tel
07 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2020
Di çarçoveya doza sekinandina TIRên Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) da ji bo Can Dundarê bersûcê firar ku berê jî Rêvebirê Weşana Giştî ya Rojnameya Cumhuriyetê bû qasî 15 rojan qewlê teslîmbûnê hatibû dayîn lê ew nehat û dadgehê jî li ser vê biryar da ku bila dest daynin ser mal û milkên wî û ew jî qaçax hat hesibandin.
Di rûniştina navberê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 14mîn a Stenbolê hat kirin da ji bo bersûc Can Dundarê der heqê wî da bultena sor heye û îadekirina wî hatiye xwestin da biryar hat eşkerekirin. Hat gotin ku li gor xala 247/2-a yê ya Qanûna Muhakemeya Cezayê ya ji Dundar hatibû xwestin ku bil di navbera 15 rojan da were û teslîm bibe û ev agahdarî jî li li ser rojnameyê hatibû weşandin û ji biryar bi nameyê ji mala wî ra jî hatibû şandin.
Hat destnîşankirin ku biryar 19ê îlonê di rojnameya Milliyetê da weşiya û 21ê îlonê jî li ser deriyê mala wî ya ku di qeyda MERNÎSê da xuya dike hat zeliqandin û qewlê wî yê ji 15 rojan pêk dihat jî qediya.