21 Hezîran 2019•Rojanekirin: 23 Hezîran 2019
Buroya Hiqûqê ya Esrê nameya Abdullah Ocalanê serkêşê terorê ku duh Doç. Dr. Alî Kemal Ozcan eşkere kir bi raya giştî ra parve kir.
Doç. Dr. Alî Kemal Ozcan li Îmraliyê bi Ocalan ra hevdîtin kir û duh di daxuyaniya da endamên çapemeniyê da got: "Em pê hesiyan ku Abdullah Ocalanê serkêşê terorê bi destnivîsa xwe daxuyaniyeke bi qasî rûpelekê daye du parêzerên xwe. Me îro li girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan ra nirxandineke dûr û dirêj kir. Di hevdîtinê da dema mijar hat ser daxuyaniyê wî digot qey hatiye eşkerekirin lê ew ji me hîn bû ku daxuyaniya wî di 18ê hezîrana 2019an da ji ser dozgeriyê teslîmî parêzerên wî kiribûn û hê jî nehatiye weşandin. Abdullah Ocalanê serkêşê terorê dema bi vê yekê hesiya bertek nîşan da."
Ozcan destnîşan kir ku Ocalan ji bo parêzerên xwe notek dayê lê parêzerên wî bersiva têlefonan nedan ji ber vê yekê jî Ozcan got ku ew mecbûr ma daxuyaniya dihat plankirin bi parêzerên Ocalan ra bihata dayîn bi tena serê xwe da.
Di daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Esrê ya îro weşand da hat gotin ku di 18ê Hezîranê da li Girtîgeha Îmraliyê bi muwekîlê wan Abdullah Ocalan ra hevdîtina parêzeran hatiye kirin.
Daxuyaniyê da hat gotin ku Ocalan wekî di hemû hevdîtinên din da di vê hevdîtinê da jî gelek mijar nirxand, fikr û ramanên xwe parve kir û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ev mijar bi taybetî mijarên wek grevên birçîbûnê, têkiliyên Tirk-Kurdan, dîrok, çand û kesayeta Kurdan, Sûriye, rewş û îhtimalên li bakûrê Sûriyeyê, derfet û rêbazên siyaseta demokratîk-siyaseta tifaqê, siyaseta rojane ya li Tirkiyeyê û îhtimala geşedanan, bûn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Ocalan di heman demê da li ser geşedanên mimkun û siyaseta rojane jî metnek nivîsî û daxuyanî wiha domiya:
"Tevlî naveroka hevdîtinê va xwest ku bila ew bi HDPya muxatabê ewil ê nivîsarê ra bê parvekirin û hevdîtin bê kirin. Me jî li ser daxwaza Ocalan ew nirxandinên ku kir piştî hevdîtina nivîsî bi rayedar û lijneyên HDPyê ra parve kir û wisa plan kir ku em ê jî roja înê di 21ê Hezîrana 2019an da bi raya giştî ra parve bikin.
"Di vê mijarê de bila ev tişt bê zanîn. Me ji bilî muxatabên xwe bi kesî re tiştek parve nekir. Me dît ku li ser medyayê duh evarê kesekî ku navê wî Alî Kemal Ozcan e derketiye û hin tiştan parve dike. Ozcan di evara roja pênçşemê buroya me geriyaye û ji parêzerên me re hin tişt gotine. Ozcan ji parêzerên me re îdia kiriye ku wî bi Îmraliyê ra hevdîtinek kiriye. Der barê vê hevdîtinê da tu agahiya me tuneye. Em ji 2yê gulanê vir va bi Ocalan re çi biaxivin ewil bi muxatabên ra û paşê jî bi rayagel ra parve dikin. Em girîngiya peyamên muwekîlên xwe yên polîtîk baş dizanin ka ji bo civatê tê çi meneyê. Ji ber vê yekê em her dem baldar hereket dikin û berpirsyara xwe jî dizanin. Di vê çarçoveyê da şexs yan ji sazî kî bi me ra têkiliyê dayne em guhdar dikin. Di daxuyaniya ku duh hatibû parvekirin de axaftin û tiştên hatine gotin şexsê Alî Kemal Ozcan eleqedar dikin."
Di daxuyaniya parêzarên Ocalan de hat gotin ew daxuyaniya duh nikarin teyîd bikin û bersivekê bidin. Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku her hevokeke Ocalan dibê bibe pirtûk û wiha hat gotin:
"Em bi Ocalan re 18ê hezîranê hatin bal hev. Ocalan di wê hevdîtinê axlêbe peyamên ji bo çareserkirinê dan. Ocalan di vê hevdîtinê da şibiya yên berê got dibê tu alî zimanê jihevdûrxistinê bi kar neyne. Ocalan ji HDPyê ra jî got divê li ser rêya seyemîn bimînin û bi vî şiklî xwe û tevgerê biparêzin. Ocalan got ku ji avakirina komarê vir va li Tirkiyeyê du alî hene. Ocalan behsa girîngiya HDPyê kir û got ku HDP di vê radeyê da wekî îtifaqeke demokrasiyê ji bo bibe alternatîfeke seyemîn hatiye avakirin. Ocalan diyar kir ku avakirin HDPê cesareteke mezin e. Wek îtifaqeke demokratîk HDP wê bi wêrekî û biaqil wek katalîzorekî ji bo demokratîkbûnê bangî hemû partiyên siyasî bike. HDPyê parve kiriye ku divê muzakereya demokratîk û pêşvabirina siyaseta çareseriyê çêbibe. Ocalan anî ziman ku nêrîna îtifaqa demokratîk a HDPyê divê di nav nîqaşên hilbijartinê da wek alî neyên bikaranîn, qesta wî lihevkirina civakî ye, divê ji bo berberîbûnê, dualîbûnê neyê bikaranîn."
- "HDP divê rêya xwe biparêze"
Di daxuyaniyê da hat gotin Ocalan dijî siyaseta berberîbûnê, peyvên heqaretê, demagojî, siyaseta şer û pevçûnê ye, divê HDP rêya xwe biparêze, xebatên xwe bi xwe bike û biryarên xwe bide.
Hat gotin di mijara Sûriyeyê da Ocalan dibêje Kurd divê siyasetê ligeli Ereb û gelên din bimeşînin û dewleta Sûriyeyê ji bo çareseriya Qanûna Bingehîn qanî bikin.
Buroya Hiqûqê ya Esrê di dawiya daxuyaniyê da nameya Ocalan a ku duh ji hêla Doç. Dr. Alî Kemal Ozcan va hatibû eşkerekirin jî bi raya giştî ra parve kir.