Haydar Şahin
21 Hezîran 2019•Rojanekirin: 23 Hezîran 2019
Şefên bi nav û deng ên ku di çarçoveya "Gasroway"ê ya di hîmayeya Şirketa Pêşxistina Turîzma Şanliurfayê û Wezareta Çand û Turîzmê da hat lidarxistin bûn rûnê sade yê ku li Şanliurfayê tê çêkirin û bi destê Saziya Marqe û Patentê ya Tirkiyeyê (TURKPATENT) hat tescilkirin dîtin û heyran man.
Rûnê sade yê ku wekî raza tehma xwarina Rojhilatê Başûr tê zanîn bi sedan sal e di nav tehmên herêmê da cî digre. Rûnê ji şîrê miyan tê çêkirin û gelê herêmê dixwe herî zêde havînê tê hazirkirin.
Hedef ew e ku rûnê sade yê pê peqlaweya Entabê jî çêdikin li dervayê welêt jî bifroşin.
Çêkirina vî rûnî gelek bi zihmet e û hilberîner xwe bi daxwazê ra nagihînin. Li gor qelîteyê kîloya rûnê sade di navbera 80 û 100 lireyî da tê firotin.
Şefên bi nav û deng û nivîskarên gasronomiyê yên di çarçoveya "Gasroway"ê ya di hîmayeya Şirketa Pêşxistina Turîzma Şanliurfayê û Wezareta Çand û Turîzmê da hat lidarxistin bûn. Çalakiya Gastrowayê li Herana navçeya Şanliurfayê hat lidarxisitn û Heran di nav namzedên Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê da cî digre.
Şef jinên ku cil û bergên herêmî li xwe kiribûn bi rêyên kevneşopî çêkirina rûnê sade hîn bûn, ji agirdadanê bigrin hetanî hazirkirinê hemû astên çêkirina xwarinan şopandin.
Joana Artiedaya şef a ji Îspanyayê notê tam da rûnê sade û daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ji Wezareta Çand û Turîzmê û eleqedaran ra ji bo çalakiyê sipas kir û got qet li benda xwarin û tehmên wiha xweş û pêşwaziya eleqedar nebû.
Artiedayê wiha got: "Her tiştên wê derê bêhempa ne lêbelê rûnê sade cuda ye. Lewra ji serî hetanî binî tebiî ye. Ez nizanim gelo tehmeke wiha bêhempa li ciyekî din heye an tune. Me xwarinên bi rûnê sade hatine çêkirin jî xwarin, min gelekî eciband. Dibê ev tehma xweş li dinyayê jî belav bibe."
Albert Raurichê şefê Îspanyol got ji Berselonayê hatiye vê derê û ji ber ku rewş û tebîeteke wiha xweş dît gelekî kêfxweş bû.
Albert Raurich wiha axivî: "Min gelek tiştên ecêb dîtin. Naskirina çanda vê derê û însanên herêmê zehf rind e. Dema vegerim welatê xwe ez ê ji şefên wê derê ra salix bidim ku vê derê ziyaret bikin. Lewra dikarin li vê derê cureyên xwarinê yên cuda bibînin. Rûnê sade bi rastî tiştekî taybet e dibê were zanîn."
Yoshizumi Nagayayê şefê Japon jî diyar kir ku çalakî ji bo wan xwedîmene ye dibê her hes wê derê bibîne.
Nagayayê şef got dema vegere ew ê ji merivan ra bêje ku bira werin vê derê ziyaret bikin, tehmên vê derê bibînin.