Malbatên ku zarokên wan ji aliyê rêxistinê hatin revandin, ji bo ku dengê xwe bidin bihîstin li Qada Dagkapiya Diyarbekirê çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin.
Malbatên ku ji Qada Dagkapiyê ya ku lê çalakiya rûniştinê dikin bal bi şaxa PTTyê ya Sûrîçiyê meşiyan û nameyên ji bo ku bigihîjin zarokên xwe amade kirin yek jê ji Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û ya din jî ji Ocalan re şandin.
Erhan Eren li ser navê malbatan daxuyanî da û diyar kir ku ew jî bo birayê xwe Fatîh Erenê ku rêxistinê xapand û derxist çiyê beşdarî çalakiyê bû û wiha dewam kir: "Ev qedera 30 rojan e ku malbat li Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikin. Me herdu nameyên ku malbat tê de qala hestên xwe dikin ji herdu aliyên pêvajoya çareseriyê re şand."
Eren destnîşan kir êdî sebra malbatên ku çaverêyên zarokên xwe ne nema û wiha pê de çû: "Malbatan li gorî biryara xwe ya hevpar nameyek nivîsandin û ji herdu aliyên pêvajoya çareseryê re şandin. Malbatan di nameyê de diyar kirin ku êdî sebra wan nemaye û gotin ku hûn bi Xwedê kin êdî raperîn û hêstirên me bibînin, tiştekê bikin."
Piştî daxuyaniyê malbat zivirîn Qada Dagkapiyê ya ku cihê wan ê çalakiyê ye. Li vir endamên Komeleya Jinên Komarê (KJK) malbat ziyaret kirin.
Sekretera Giştî ya KJKyê Zulfiye Gultekînê jî destnîşan kir ku ew ji bo ziyaret û guhdarîkirina pirsgirêkên malbatan hatin Diyarbekirê.
Gultekînê wiha got: "Em dxwazin aşitiyê bînin Diyarbekirê. Wekî jinên komarê em îro bi rojnameger, nivîskar, hunermend û akademîsyenên ku endamê komeleya me ne re hatin vir.
Endama komeleyê û jina Serokê Giştî yê Partiya Karkeran Dogu Perînçek, Şûle Perînçekê jî îdia kir ku ew ê wan zarokên ku hatin revandin ji wî cihê kaş bikin û bînin û wiha dewam kir: "Hêza me dê têra vî bike. Me li vir hevdu hemêz kir, em kesek bûn û aniha em bûn pênc kesan. Em ê li Tirkiyeyê vê bikin hezar û pêncsed."