27 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2015
Sererkanê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Cemal Emînkî destnîşan kir ku li Şingala navçeya Mûsilê hewldanên PKKya rêxistina terorê bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha got: "Ji pirsgirêkên ku derkevin PKK berpirsiyar e."
Emînkî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û îdiayên ku wê "PKK Şingalê rizgar bike" red kir û wiha xeberda: "Me hişyarî da PKKyê ku milîtanên xwe ji Sûriyeyê neşînin herêma Kurdistanê. Lewra Şingal di nav sînorên Kurdistanê da ye û ev ax bi xwînê hatiye hildan. Ji ber vê jî hewldanên PKKyê yên li vir nayên qebûlkirin. Divê were zanîn ku ji hemû pirsgirêkên ku îro û sibê derkevin, PKK berpirsiyar e."
Emînkî destnîşan kir ku operasyona rizgarkirina Şingala di destê DAEŞa rêxistina terorê da pêşmerge dimeşînin û wiha got: "Em destûrê nadin ku ji xeynî pêşmergeyan hêzeke din bikeve Şingalê. Tenê pêşmerge dikarin li herêma Kurdistanê herêmên di destê DAEŞê da xilas bikin. Berê di fermandariya Serok Barzanî da herêmên Zummar, Rabî û Çiyayê Şingalê ji DAEŞê hatin paqijkirin. Em ê bi operasyonekê navenda Şingalê rizgar bikin."
Hatibû îdiakirin hezar endamên YPGya ku hêza çekdar a PYDya ku şaxa PKKyê ya li Sûriyeyê ye, ji bo operasyona Şingalê ji Sûriyeyê derbasî Iraqê bûne. Rêvebiriya Herêma Kurdistanê naxwaze li herêmê PKK hebe.
Berê jî Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş û hin rayedarên PKKyê daxuyanî dabûn ku li Şingala êzdî lê dijîn kanton were îlankirin û Herêma Kurdistanê jî bertek nîşanî van daxuyaniyan dabû.