10 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê ji ber êrîşên terorî ji hezarî zêdetir malbatî koç kir, sedî zêdetir jî ketin xaniyê kirê yên 65 metreqareyî ku TOKIyê ji bo feqîran çêkiribû.
Qedexekirina derketina derve ya ku ji 2yê kanûnê vir ve li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz, kolanên Savaş, Gazîyê û Meydana Dagkapiya Sûra navçeya Diyarbekirê hatibû îlankirin dewam dike. Welatiyên ku ji ber êrîşên terorî xwe di ewlehiyê de hîs nakin ji wan deran koç dikin.
Piraniya malbatên ku li Sûrê rûdinên rewşa wan ya aboriyê pir baş nîne û ji mecbûrî xanî û eşyayên ku bi zorê heft belayî kirîbûn li taxê hiştin û çûn ketin xaniyê kirê. Lewra teorîstan dest daye ser xaniyên gelekan û xaniyên li wê derê wek baregeh bi kar tînin.
Malbatên ku bertekê nîşanî terorê didin dixwazin dawî li mexdûrbûna wan bê
Ji sedî zêdetir malbatan ku malên xwe terikandin ketin xaniyê kirê yên 65 metreqareyî yên ku TOKIyê li Kayapinarê ji bo feqîran çêkiribû.
Bi taybetî jî malbatên ku ji Taxa Hasirliyê xanî di navbera 250-300 lîreyî de kirêkirin di qada ragihandin û perwerdehiyê de rastî pirsgirêkan tên.
Mehmet Mamûrê (55) bavê 7 zarokan diyar kir 38 sal e ku ew li xaniyê xwe yê taxa Hasirliyê dimîne û ji ber bûyeran mecbûr ma û xaniyê xwe terikandin.
Mamûr got ku heta çend roj berê jî ew ji xwe re di xaniyê xwe de bûn lê niha ketine xaniyê kirê û wiha dewam kir: "Ji ber ku kirêya xaniyên TOKIyê erzan e milet tê van xaniyan. Li taxa me her tim pevçûn heye û ji ber vê hema bêje li taxê tu kes nema û tax vala bû û malbatên ku hê jî ji taxê diçin hene."
N.Oyê mala xwe ya li Sûrê hişt di xaniyê kirê de bi cih bû jî ragihand ku ew jî di nav de 16 malbatên xizmên wan ji ber şer û pevçûnê taxa ku lê diman terikandin û çûn di xaniyê bi kirê de bi cih bûn û wiha pê de çû: "Em xwediyê xanî bûn lê niha em di xaniyên bi kirê de rûdinên."