Türkan Tosun
28 Gulan 2020•Rojanekirin: 28 Gulan 2020
Erdogan di peyama xwe da wiha got: "Em ê Derbeya 27ê Gulanê ya ku 60 sal berê li hemberî îradeya neteweyî hat kirin, di dîroka demokrasiya me da bû lekeyeke reş û wê hişmendiya ku qehremanên me yên demokrasiyê yên ji bo Tirkiyeyê têkoşînê didan neheqî îdam kir wek xirabiya herî xirab bi bîr bînin."
Erdogan anî ziman ev derbe li hemberî hedefa Xazî Mustafa Kemal a ku dixwest ev welat bigîhîje şaristaniyên pêşvaçûyî jî xiyanetek bû û hê jî bermayiyên vê hişmendiyê heye.
Erdogan got hê jî bi derew û buxtanan va li hemberî demokrasî û serxwebûna vî welatî gef tê xwarin, zarokên vî welatî berî hevdu didin û rê li ber meşa Tirkiyeyê tê girtin û wiha dewam kir: "Em ê kela dawîn a şaristaniya me, tekane hêviya mezlûman, mala me, welatê me, roniya çavê me, yanê Komara Tirkiyeyê û demokrasiya xwe li hemberî vê hişmendiya derbekar biparêzin, ji bo ku em wê gavek pêşiyê va bibin em ê xebatên xwe bidomînin."
Serokomar Erdogan Serokwezîrê rehmetî Adnan Menderes, hevalên wî û mexdûrên wê demê yên neheqî hatin îdamkirin jî bi bîr anî û got rehma Xwedê li wan be.