18 Adar 2017•Rojanekirin: 19 Adar 2017
GAZÎANTEP
Serokê Giştiyê Heyvasora Tirkiyeyê Kerem Kinik digel heyetekê, ji bo şopandina xebatên texliyeyê ji Waera ku di bin eblûqeya rejima Sûriyeyê da ye gihîşt Babê û serdana Navenda Kordînasyona Heyvasorê kir.

Kinik piştî sitendina agahiyan ji karmendên navendê, digel welatiyên herêmê axivî.
Di 13ê adarê da di navbera rejim û mixalifan da peyman hatibû îmzakirin û bi pêy wê peymana mixalifan dest derketina ji navçeya Babê kirin.
Hat ragihandin ku wê melzemeyên alîkariyê li sûriyeyiyan bê belavkirin û ji bo wan cihê razan û hêwirînê bê dabînkirin. Kinik jî bi mebesta kordînekirina xebatan li herêmê ye.