Türkan Tosun
18 Adar 2019•Rojanekirin: 19 Adar 2019
Li Karliovaya navçeya Bîngolê ji ber bahozê banê dibistanekê, banê gelek avahî û kargehan hilweşiyan, rêyên hin gundan jî hatin girtin.
Bahoza ku ji duh nîvro pê va dest pê kir li Karliovayê tesîrê li ser jiyana mirovan dike.
Welatî ji ber bahozê nikarin ji malên xwe derkevin, ceyran jî car caran diçe û tê.
Ji ber bahozê banê Lîseya Anadoluyê ya Karliovayê, gelek avahî û kargehan hilweşiyan, firiyan.
Rêya 10 gundan jî hat girtin.
Tîmên Îdareya Taybet ji bo ku rê bên vekirin dixebitin.