25 Hezîran 2019•Rojanekirin: 26 Hezîran 2019
Li bakurê Iraqê herêma Xwakurk û Metînayê di Operasyona Pencikê ya dewam dike da 3 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî Operasyona Pencikê ya dijî PKKya rêxistina terorê bi biryardarî dewam dike.
Hêzên Artêşa Tirkiyeyê di vê çarçovoyê li herêmên Xwakurk û Metînayê operasyona esmanî kirin.
Di operasyonan de 3 terorîstên PKKyî yên din jî hatin berterefkirin. Di operasyonên du rojên dawî de jimara terorîstên ku hatin berterefkirin derket 9an.