01 Sibat 2018•Rojanekirin: 02 Sibat 2018
ANKARA
Sererkaniyê da zanîn ku di encama êrîşa rêxistina terorê ya dabeşker dijî hêmanên Artêşa Tirkiyeyê de, li herêma Kanî Reşê ya li bakurê Iraqê 2 esker şehîd ketin 2 esker jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya ku ji Sererkaniyê hat dayîn de hat diyarkirin ku di encama êrîşa mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker dijî hêmanên Artêşa Tirkiyeyê de, li herêma Kanî Reşê ya li bakurê Iraqê 2 esker şehîd ketin 2 esker jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ku di vê êrîşa em gelekî xemgîn kirin de mirin bike, serê malbatên wan ên xemgîn, Artêşa Tirkiyeyê û gelê Tirk sax be û sebrê bide wan, em ji bo eskerê xwe yê qehreman jî şifaya xêrê dixwazin.
Artêşa Tirkiyeyê bi hêza ku ji gelê Tirk distîne heta ku terorîstê dawîn bê berterefkirin dê têkoşîna xwe ya dijî rêxistinên terorê bi biryardarî dewam bike."