ŞIRNAK
Di sîstema kompîtura Wezareta Gumruk û Bazirganiyê de pirsgirêk derket. Ji ber ku 5 saetan sîstem nexebitî li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê rêza wesayîtan dirêj bû.
Li gor agahiyan ji ber pirsgirêkê li Sîlopiya navçeya Şirnexê wesayît ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas nebûn û ev jî bû sedema rêzeke dirêj.
Piştî ku pirsgirêk hat çareserkirin li deriyê sînor xebatan dest pê kir û wesayît ji derî derbas bûn.