11 Nîsan 2016•Rojanekirin: 12 Nîsan 2016
DIYARBAKIR
Li Bismîla navçeya Diyarbekirê di jêpirsîna der barê êrîşa terorê de hatibû destpêkirin de ji 10 kesên ku hatibûn binçavkirin, jê 7 kes hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê daxuyand ku piştî çawîşê pispor Mehmet Saît Çelîk ji hêla rêxistina terorê ve hat şehîdkirin, jêpirsîn hatibû destpêkirin û hê jî dewam dike.
Hat gotin ku O.O, M.D, M.Î, M.H.E, S.K, Y.Ç, A.Î, R.B, D.Ç. û O. U 10 kes hatin binçavkirin.
Ji wan M.Î, R.B û D. Ç ji ber hinceta "endamtiya rêxistina biçek", "madeyên bitaluke hewandin" û "propagandaya rêxistina terorê kirin" yên din O.O, M.D, M.H.E, S.K, Y.Ç, A.Î. û O.U jî ji ber îdiaya "biqestî kuştin", "endamtiya rêxistina biçek", "propagandaya rêxistina terorê kirin" û "madeyên bitaluke hewandin û belavkirin" sewqî dadgehê bûn ku ew bên girtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku der barê D.Ç, R.B, M.Î de hukmên kontrolê ya adlî hat dayîn. Der barê 7 kesên din Y.Ç, M.D, S.K, M.H.E, O.O, A.Î û O.U de jî biryar hat dayîn ku ew bên girtin. Şikbar hatin girtin û ew şandin girtîgehê.