BİTLİS
Li Bîtlîsê di qezaya hatûçûyê de 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan, mînîbûsa bi plaka 56 KA 761 û qamyona bi plaka 13 AY 465 ku hêj nasnameya ajotvanên wan nediyar e, li ser rêbeja Norşînê, nêzî Febrîqeya Çîmentoya Lîmakê li hev qelibîn.
Di qezayê de ji rêwiyên ku di her du wesayîtan de bûn; Ayhan Kaplan û kesekî ku hêj navê wî nayê zanîn mirin. Ramazan Kizilaslan, Yahya Yîgît û Taha Yîgît jî birîndar bûn.
Birîndarên ku di wesayîtan de asê man bi hewl û xebatên tîmên agirkujiyê û wezîfedarên lêgerîn û xelaskirinê ya Midûriyeta Rewşa Bilez û Bobelatê ya Bajar ve hatin derxistin û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên Dewletê yên Bitlîs û Tetwanê.