25 Îlon 2016•Rojanekirin: 26 Îlon 2016
BÎNGOL
Li Bîngolê di operasyona hêzên ewlekariyê da 714 kilo û 890 gram esrar hat qefaltin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat ragihandin ku ji aliyê ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê va li gundê Yenîyaziya navçeya Gencê û sînorê Licêya navçeya Diyarbekirê tevî beşdariya kûçikên narkotîk, operasyon ha lidarxistin.
Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku 714 kilo û 890 gram esrara di binê axê da veşartî hat qefaltin û wiha hat gotin:
"Ji ber bûyerê der heqê kesekî da miemeleya yasayî hat kirin. Hêzên ewlekariyê madeya hişbirê qefaltin û bi vî awayî derbeyeke mezin li kana fînansa terorê dan. Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê dê bênavber têkoşîna xwe ya dijî hişbirê bidomîne."