Nihat Kavşut
12 Îlon 2019•Rojanekirin: 13 Îlon 2019
Li Mêrdînê di operasyona Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û ewlehiyê da 2 terorîstên PKKyî ku ji bona li metropolan êrîşên bombeyî bikin û agir berî daristanan bidin hatibûn şandin, hatin girtin.
Li gor agahiyên ewlehiyê ji bona deşîfrekirina çalakî û xebatên PKK/KCKya rêxistina terorê Serokatiya Herêmê ya Mêrdînê ya MÎTê û Midûriyeta Ewlehiya Mêrdînê duh operasyon kirin.
Di operasyonê da 2 terorîstên ku PKK/KCK-PYD/YPGya rêxistina terorê ji bona li Tirkiyeyê êrîşan bikin û di nav YPSya şaxa bajaran ya rêxistinê da bixebitin hatibûn şandin, hatin girtin.
Hat tesbîtkirin terorîstên ku bi destê PKKyê ji bona li metropolan êrîşên bombeyî bikin hatin şandin amadehiya êrîşên bombeyî dikirin û dixwestin agir berî daristanan bidin.
B.K. û M.E.F.yê terorîst li meqamên edlî hatin girtin û şandin girtîgehê.