Li Cizîra navçeya Şirnexê 4 zarokên ku ketin çemê Dîcleyê winda bûn. Di xebatên lêgerînê de cinazeyê 3 zarokan hat dîtin. Ji bo zarokê winda jî xebat dewam dike.
Li gorî agahiyan li nezî avahiyên TOKÎyê ya taxa Konakê 3 birayên bi navê Mûstafa, Mahmût û Îsa Acar û biraziyên wan Haşîm Acar ku li ber devê çem dilîstin, ketin avê. Piştî ku zarok li ber avê çûn, kesên derûdorê xeber dan malbatên wan.
Li ser xeberê tîmên lêgerîn û xelaskirinê yên binav ên Şaredariya Cizîrê hatin cihê bûyerê. Tîman cinazeyên Mahmût, Îsa û Haşîm ji çem derxistin û ji bo otopsiyê şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dîcleyê.
Ji bo ku Mûstafa Acar be dîtin xebat dewam dike. Gelek welatî beşdarî lêgerînê bûn.