Esin Işık
11 Hezîran 2022•Rojanekirin: 12 Hezîran 2022
Li devera Operasyona Pençe-Kilîtê di encama teqîna teqemeniya EYPê ya ku terorîstan bi cih kiribû Eskerê Piyade yê Peymandar Fuat Ozer şehîd ket.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî de wiha hat gotin:
"Li devera Operasyona Pençe-Kilîtê di encama teqîna teqemeniya EYPê ya ku terorîstan bi cih kiribû Eskerê Piyade yê Peymandar Fuat Ozer şehîd ket û 3 hevalên me yên qehreman jî birîndar bûn. Birîndar demildest rakirin nexweşxaneyê û tên dermankirin.
Rehma Xwedê li şehîdê me be serê malbata wî, Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û gelê me yê ezîz sax be. Xwedê şîfaya bilez bide personelên me yên birîndar."