Fırat Taşdemir
12 Hezîran 2022•Rojanekirin: 12 Hezîran 2022
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê pevçûn derket û Çawîşê Pispor ê Peyade Omer Yildirim û Serdesteyê Pispor ê Peyade Mehmet Alî Çap şehîd bûn, 2 esker jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya wezaretê da wiha hat gotin: "Li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê di encama pevçûna ku bi terorîstan ra derket da Çawîşê Pispor ê Peyade Omer Yildirim û Serdesteyê Pispor ê Peyade Mehmet Alî Çap şehîd bûn, du hevalên me yên qehreman jî birîndar bûn û demildest ew rakirin nexweşxaneyê û tedawiya wan dest pê kir. Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ezîz bike ku em pir pê êşiyan, serê malbata wan, Artêşa Tirkiyeyê û miletê me yê ezîz sax be, Xwedê sebrê bide. Xwedê şifayê ji personelê me yên birîndar ra jî bişîne."
Çawîşê pispor Demirê li herêma Operasyona Pencik-Kilîtê birîndar bûbû şehîd ket
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) daxuyand ku Çawîşê pispor Gokhan Demirê li herêma Pencik-Kilîtê birîndar bûbû şehîd ket.
Wezaretê di daxuyaniya xwe da ragihand ku Demirê li herêma Pencik-Kilîtê di 11ê hezîranê da ji ber teqîna teqemeniya desteçêkirî giran birîndar bûbû, li hemberî hemû hewldanan şehîd ket.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Xwedê rehma xwe li şehîdê me yê ezîz yê ku di vê bûyera em gelekî xemgîn kirin da şehîd bû bike, serê malbata wî ya dilsoj, Artêşa Tirkiyeyê û gelê me yê ezîz sax be."