sarp özer
06 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
ANKARA
Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) li çolwarên Hekarî û Bidlîsê operasyonên asmanî hatin lidarxistin, balafirên cengê 8 hedefên rêxistina terorê îmha kirin.
Li gorî daxuyaniya TSKê, di çarçoveya operasyonên asmanî yên li çolwarên Hekarî û Bidlîsê de, 8 hedefên rêxistina terorê hatin tesbîtkirin. Balafirên cengê duh 2 stargeh, sîstemeke muharebê û 5 cebilxane îmha kirin. Balafir piştî temamkirina erka xwe vegeriyan baregehên xwe.
Ji aliyekî din ve hêzên ewlekariyê teqemeniya ku li çolwarên Şemdinliya navçeya Hekariyê tesbîtkirin îmha kirin.
Herwiha di nava 2 sitargehên ku li Gênca navçeya Bîngolê hatin tesbîtkirin de, 20 tup 30 pîl, 100 metro qebloya ceyranê, 500 kîlogram erzaq û hejmarek gelek melzeme hatin desteserkirin.