Ji bo bîrdariya wîjdana hevpar ya ku hêj neqediya ye, li navçeya Sûrê mersîmek hat lidarxistin. Wekila Şaredarê Diyarbakirê Hafîze Îpek di merasîmê de daxuyaniyek da û diyar kir ku îro rojek e dîrokî ye û got ku zalim car din nikarin bi destê kurdan ermeniyan, bi destê ermeniyan kurdan, bi destê êzîdiyan lazan, bi destê tirkan jî kurdan berdin hev.
Îpek got ku Diyarbekir heta niha bûye navenda 33 şaristaniyan. Îpek îdia kir ku zaliman li Diyarbakirê ji bo ku îqtidara xwe biparizên, hev du qir kirin û got ku em êdî dibêjin gel birayên hev in û em ê vê yekê heta dawiyê jî bibin. Îpek got ku ez spasiya wan kesan dikim ku di çêkirina bîrdariya me ya ku dê nehêle em zilma zordaran ji bîr bikin, ked dan.
Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş jî diyar kir ji bo ku car din ev şerm neyên dubarekirin li hev kom bûn û got ku 12ê îlonê êşên gelek mezin dan hemû gel û baweriyan. Demîrbaş got ku wextê rû bi rû mayîna wan kesên ku van êşana dan jiyîn, hat û diyar kir ku seranserê dîrokê gelê vê erdnîgariyê gelek êş û azar kişandin.
Demîrbaş got ku me ji dîrokê dersa xwe girt û emê car din heman êşan nekêşin. Em rexneya xwe bi xwe didin dîrok, gel û baweriyan. Ji ber vê yekê ez jî êşên di sala 1915an de yên di sala 1925an de û ew kesên wek Şêx Seîd, Seîdê Kurdî, Îzedîn Yildirim, Fîdan Gungorê ji bo ku car din ev êş dubare nebin hatin qetilkirin bi rêzdarî car din bi bîr tînim. Demîrbaş got ku ez ji bo êşên ku gelên vê xakê kişandin lêborîna xwe dizanim.
Pêvajoya çareseriyê
Demîrbaş diyar kir ku bila car din kesek li vê xakê êşên wisa nekêşe û got ku bi pêvajoya çareseriyê êdî cenaze nayên, ji ber vê yekê em dixwazin ku pêvajo berdewam bike û em naxwazin ku êdî zarokên tu kesê bimire. Demîrbaş got ku em der barê pêvajoyê de bangî hikûmetê dikin ku gavên berbiçav biavêje.
Nivîskar Migirdaç Magrosyanê ku wek nûnerê cemaeta ermeniyan beşdarî merasîmê bû jî, Yaxa gawiran bi bîr xist û got ku her çiqas gawir nemabin jî dê li taxê gawir, kurd, tirk, misilman û êzîdî hemû bi hev re ji bo aştî û biratiyê bimeşin.
Margosyan da zanîn ku navê wî dan taxekî û bi awayekî henekî got ku ez ew kesên ku têkoşîna xwe bi aştiyane nedin, naxim taxa Migirdic Margosyan.
Serokê Weqfa Dêra Meryem Ana Can Şekarer jî got ku dixwazim car din ev bûyer neyên dubarekirin.