Çalaksaz Cem Şîrînê Diyarbekirî (45), ji bo ku piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê dest bi meşa xwe ya ji Diyarbekirê heta Îstanbulê kir.
Şîrîn ji bo ku piştgiriyê bide demokratîkbûnê, aştiyê, biratiyê û pêvajoya çareseriyê heta Stenbolê nêzîkî 500 kîlometroyan dê bimeşe. Şîrîn ji ber Birca Bizinê ya li navçeya Sûrê dest bi meşa xwe kir.
Şîrîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku duayekî wî yê wiha heye: "Aştî, biratî, xweşbînî, yekîtî, sebr, bereket, hevgirtî, bibe nesîbê me hemûyan."
Şîrîn diyar kir ku ji bo ku piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê ewil ji Enqereyê heta Stenbolê meşiya ye lê niha dê ji Diyarbekirê heta Stenbolê nêzîkî 500 kîlometroyan bimeşe.
Şîrîn destnîşan kir ku êw dê ji Diyarbekirê dest pê bike û dê li ser rêgeha Sîwerek, Adiyaman, Entap, Adana, Enqereyê bimeşe û wiha got: "Meşa min dê li Stenbolê biqede. Ez dixwazim ku 52 rojan de meşa xwe biqedînim. Cihê ku ez lê bêhna xwe bidim ez dê behsa aştî, biratî, xweşbîniyê û pêvajoya çareseriyê bikim. Ez bawer dikim ku mirov hêvî û daxwazên xwe çawa pêşkeş bikin wisa jî dibin rastî."
Şîrîn çalakiya xwe wek "Ez li xwe digerim" bi nav dike û ji xwe re jî dibêje werzîşvan û gerok. Şîrîn wiha got: "Armanca min ew e ku ez pêşdaraziya mirovan ji holê rakim û piştgiriyê bidim pêvajoya çareseriyê."