Önder Beyter
03 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
DIYARBAKIR
Li Yenîşehira navçeya navendê ya Diyarbekirê avahiyeke 4 qatî ku pêrê hatibû valakirin, rûxiya.
Li gorî agahiyê, ji ber talûkeya rûxînê ekîbên zabiteyan pêrê li taxa Şehîtlîkê avahiyek û 3 apartmanên li rexê wê vala kirin.
Avahiya 4 qatî ya ku lê tevdîrên ewlekariyê hatibûn standin, ber êvarê bi girminiyeke mezin rûxiya. Dîsa di hin avahiyên derdorê da xesar çêbû.
Midûrê Zabiteyên Şaredariya Yenîşehirê Bîrkan Abîş di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku seba ewlekariya welatiyan, wan pêrê avahî da valakirin û wiha got, "Şikir ji Xwedê ra me tevdîra xwe standibû û ji ber hindê tiştek bi kesî nehat."