Hüseyin Cem Dağıstanlı
25 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2023
Navend Kozana navçeya Edeneyê di saet 08.44an da bi mezinahiya 5,5an erdhej çêbû.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê (AFAD), navend Kozana navçeya Edeneyê bi mezinahiya 5,5an erd hejiya.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 11,27 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya: Der barê mirî yan jî xisarê da tu îxbar nehatiye kirin
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li ser erdheja ku bi mezinahiya 5,5an li Kozana navçeya Edeneyê çêbû daxuyanî da û diyar kir ku heta niha der barê mirî yan jî xisarê da tu îxbar nehatiye kirin.
Yerlîkaya li ser medyaya civakî daxuyand ku ji ber erdhejê AFAD di serî da hemû saziyên bi mijarê ra eleqedar in li qadê dixebitin.
Yerlîkaya wiha got: "Heta niha der barê mirî û xisarê da tu îxbarek ji Xeta Îxbara Acil ya 112yê ra nehatiye kirin. Hemû welatiyên me yên ku tesîra erdhejê li ser wan çêbû, derbasî be."
Li Edeneyê bi mezihaniya 4,4an erd hejiya
Li Kozana navçeya Edeneyê di saet 10.57an da bi mezinahiya 4,4an erd hejiya.
Li gor agahiya li ser malpera Serokatiya Rewşa Afat û Acilê (AFAD), li Kozana navçeya Edeneyê bi mezinahiya 4,4an erd hejiya. Li gor tesbîtê erdhej 9,06 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.