İsmail Şen
13 Nîsan 2023•Rojanekirin: 14 Nîsan 2023
ELAZIG (AA) - Li Elezîzê taviyê bandoreke neyinî li jiyanê kir.
Piştî taviya li bajêr tesîr kir hin kuçe, kolan û derwaze di nav avê da man.
Ajokaran ji ber avê zehmetî kişandin û nekarîn wesayîtên xwe bi hêsanî biajon.
Peyayên ku nişka va taviyê li wan kir zehmetî kişandin.
Midûriya Herêma 13emîn a Meteorolojiyê ragihand ku tê payîn ku li tevahiya bajêr tavî û taviya bu xurexur çêbibe û hember xetereya lehiya ji nişka va, rabûna avê, tengasiyên hatin û çûyînê, hezaz, bayê gur, jehrîketinên ji xazê xwest ku welatî baldar bin û tevdîran hildin.