12 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2016
CAKARTA
Li Endonezyayê li eyaleta Sulaweya bakur erdhejeke lerza wê 6,4 bû çêbû.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê daxuyand ku navenda erdhejê 58 kîlomêtro başûrê rojhilatê giravên Talaudê ye û erdhej 12,9 kîlomêtro di bin erdê de çêbûye.
Piştî erdhejê banga tsunamiyê nehat dayîn. Erdhej li gelek cihan hat bihîstin, lê di erdhejê de tu kes nemir an jî birîndar nebû.
Li Endonezyayê di 26ê çileya pêşîn a 2004an de erdhejeke 9,1 çêbûbû û piştî erdhejê tsunamî çêbûbû. Di tsunamiyê de 230 hezar kes miribûn.