Abdullah Tel
19 Nîsan 2019•Rojanekirin: 20 Nîsan 2019
Ava Çemê Kurayê yê ku di nav bajarê Erdexanê da diherike, rabû.
Di rojên dawîn da ji ber ku piçek dinya germ bû berfa li zozan, deşt û çiyayan hêdî hêdî dihele û êvarê jî ji ber ku baranê lê kir ava Çemê Kurayê rabû û mereyên li Deşta Erdexanê di bin avê da man.
Ji ber ava zêde Parka Abdullah Gul û texma Lezeta Kurê niha dişibin golên avê.
Golên avê yên li bajêr çêbûn bala welatiyan kişand.
Ji welatiyan Nusret Sariçam bi bîr xist ku li bajêr behr tuneye û wiha pê da çû: "Dîmenekî xweş çêbûye û em jî hatin dîtina vê xweşiyê. Ev der niha behra Erdexanê ye û lazim e bê dîtin."