Kemal Özdemir,Emin Ferhat Sevilir
28 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2024
Li Erzincanê li ser rêbeja Erzincan-Sêwasê li texma Sakaltutanê otobusek qulibî şerempolê.
Li ser îxbarê gelek ambulans, îtfaiye û ekîbên Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) sewqî cihê bûyerê kirin.
Li rêbeja ku qeza lê çêbû, barîna berfê berdewam e.
Waliyê Erzincanê Hamza Aydogdu der barê qezaya otobusê da ji nûçegihanê AAyê ra got, "Wekî niha 4 birîndarên me hene, birîndar sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Hemî ekîbên tenduristî, lêgerîn û rizgarkirinê li cihê bûyerê ne. Ji Stenbolê cenaze dianîn û otobus qulibiye ser kêlekê."