İsmail Hakkı Demir,Günay Nuh,Kemal Özdemir,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
19 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2021
Li Erzirom, Erdexan, Erzingan û Qersê barîna berfê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li Erziromê berfa ku bi şev barî, destê sibehê şideta xwe zêde kir.
Ji ber berfa ku navenda bajêr spîçîl kir, welatiyên sibê zû çûn kar û ajokaran zehmetî kişandin.
Her wiha wesayîtên parqkirî û parq di bin berfê da man.
- Erdexan
Li Erdexanê li ciyên bilind berf dibare.
Li rêbejayên Erdexan-Şavşat û Erdexan-Posofê ekîb xebatên avêtina berfê dan destpêkirin.
- Erzingan
Li ser rêbejaya Erzingan-Sêwasê li derwazeyên Sakaltutan û Kizildagê û her wiha li rêbejaya Erzingan-Gumuşhaneyê li Derwazeya Ahmediyeyê ji ber berfa ku tesîra xwe zêde kir, veguhestin pir bi zehmetî pêk tê.
Ekîbên rêbejayê ji bo ku veguhestin raneweste, li ciyên bilind bi alîkariya makîneyên şixul xebatê dimeşînin.
Polêsên trafîqê jî ajokarên wesayîtên bargiran hişyar dikin ku baldar bin.
- Qers
Li Qersê ji ber barîna berfa ku ev du roj in li ser hev dibare, tesîra neyînî li jiyanê çêbû.
Li bajarê ku bi berfê spîçîl bû, ekîbên şaredariyê û yên Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 18em li ser rê û peyarêyan xebata verotin û paqijkirina berfê dan destpêkirin.
Navçeya Sariqamûşê jî ji ber berfê spî bû, baniyan şembelîk girtin.
Stûriya berfê li navenda navçeyê gihîşt 20 santîmetreyî, li pîstên etaba duyem a Navenda Kaşûnê Cibiltepeyê jî gihîşt 35 santîmetreyî.