12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 12 Nîsan 2017
GAZİANTEP
Li Gazîentabê otomobîlek ket qehwexaneyeykê û di qezayê da 7 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku wesayita Mehmet Saît Mete ya bi reqema 27 KY 356 li kolana Yavuz Sultan Selim a taxa 60.yil a navçeya Şahinbeya navendê, dema endamên MHPyê li qehwexaneyê xebatên dengdayina gel dikirin kontrola direksîyonê ji dest çû û li qehwexaneyê qewimî.
Di qezayê da Şenel Meteya hevsera ajovan, Mûrat Dal, Harûn Şahîn, Alî Keleşoglû, Omer Farûk Ozkan, Îsmaîl Sayin û Mîkaîl Kuçukê di qehwexaneyê da birîndar bûn.
Hat ragihandin ku birîndar bi servîsa acîl a 112yê rakirin nexweşxaneyên derdorê. Herwiha rewşa birîndaran baş e.