Parka Sirûştî ya Gulcukê ya navdar bi dîmen û xemla xwe ya rengîn bala tûrîstan dikêşe.
Parka ku 13 kîlomêtroyî dûrî navenda bajêr e, bi dar û berên cuda û rengîn dawiya heftê bû warê seyrangeha tûrîstan.
Serokê Şaredariya Bolûyê Alaaddîn Yilmaz ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku Bolû qelbê xwezayê ye û ew ji bo avakirina bajarekî xweştir hewl didin.
Yilamaz got ku Parka Sirûştî ya Gulcukê bi xweşikî û xemla xwe tûrîstan şaş û metel dike û wiha dewam kir: "Ji bo ku ev delalî heta hetayî hebin, em dixebitin. Em xebatên xwe di çarçoveya plan û projeyan de didomînin."
Yilmaz hişyarî da tûristan jî û got: "Divê em qirêj nekin, tune nekin, van xweşikiyan ji bo nifşên dê bên biparêzin. Di seyranan de çopên xwe navêjin der û dora xwe."