Rêber Mustafa Kemal Ataturk di salvegera mirina xwe ya 75emîn de li Anitkabîrê, Qesra Dolmabahçeyê û çar aliyê welêt bi merasîman tê bibîranîn.
Merasîma li Anitkabîrê ya ji hêla dewletê ve ji bo avakerê Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal Atatûrk bibîrbînin hat lidarxistin, di saet 08.55an de li ser Rêya Şeran bi meşê dest pê kir.
Serokomar Abdullah Gûl serokatiya kortejê kir. Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, Alîkarên Serokwezîr Bûlent Arinç, Beşîr Atalay, Bekîr Bozdag, Alî Babacan, Nûnerên Dadgeha Bilind, endamên Lijneya Wezîran, Fermandarên hêzan, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, nûnerên partiyên siyasî, brûkrat û kesên din yên ji dewletê di merasîmê de cih girtin.
Serokomar Abdullah Gûl qewzegula ji qerenfîlên sor û spî yên wek stêrk û hîvê hatine çêkirin danî li ser mozoleyê. Di saet 09.05an de ku Atatûrk miribû, dengê sîrenan hat bihîstin. Komê 2 deqîqeyan sekinandina rêzê kir û Sirûda Îstîklalê hat xwendin. AlaTirk jî heta nîvî hat berjêr kirin.
Gûl di Deftera Taybet ya Anitkabîrê de wiha nivîsî: "Atatûrkê Ezîz, em di salvegera mirina te ya 75an de te bi rêz û rehmetê ve bi bîr tînin. Tirkiye li gor mezinatiya gelê me pêşveçûna xwe didomîne. Em îro şanaz dibin ku em gihîştine Tirkiyeyeke ku bi her hêlan ve xurt dibe, serkeftinên wê bi baldarî tên teqîbkirin û di dinayayê de rêz li tê nîşandan. Rewşa Tirkiyeyê ya demokratîk, siyasî û aborî ya ku digihîje asteke baş li gor armanca te, ya ku te nîşan daye ye. Tirkiye dê bi vê baweriya xwe her tim pêş ve biçe. Bi destkeftiyên Komarê ve, nirx û esasên ku pişta xwe didê ve dê xurtbûna xwe biparêze û dê heta hetayî hebe. Gelê tirk sipasiya xwe pêşkeşî te dike. Rehma xwedê li te be."
Anitkabîr piştî merasîma dewletê ji bo gel hat vekirin.