Aykut Karadağ
07 Sibat 2023•Rojanekirin: 08 Sibat 2023
ANKARA (AA) - Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku ji ber erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ên ku navenda wan Pazarcik û Elbistana navçeyên Kahramanmaraşê ne û bandorî 10 bajêran kir li Hatayê 3 esker şehîd ketin.
Di daxuyaniya WPNyê da hat diyarkirin ku li Hatayê Hakan Alê Çawîşê Pispor ê Gihandinê, Eskerê Peyade Mert Can Sumbul û Eskerê Peyade Eren Taşkin şehîd ketin.
Di daxuyaniyê da ev hatin gotin:
"Xwedê rehma xwe li eskerên me yên ku di vê bûyera em gelekî xemgîn û dilsoj kirin da jiyana xwe ji dest dan bike, serê malbatên wan ên dilsoj, Artêşa Tirkiyeyê û gelê me sax be."