26 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
HAKKARÎ
Li Çuxurcaya navçeya Hekariyê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 6 terorîst hatin berterefkirin. Li Hekariyê hejmara terorîstên ku di du rojan da hatin berefekirin gihîşte 17an.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, teyareya bêmirov li Çamejuya herêma li bakurê Iraqê terorîstên PKKyî tesbît kirin, li ser vê ji hewayê operasyon birin ser terorîstan.
Di operasyonê da 6 terorîst hatin berterefkirin, 2 sitargeh û şikeftek hatin îmhakirin.
- Di du rojan da 17 terorîst hatin berterefkirin
Do li dijî terorîstên ku hewl dabûn bi dizîka têkevin baregeha leşkerî ya Pîrînçekena herêma Çuxurcayê operasyon dabûn destpêkirin.
Bi teyareyên bêmirov va terorîst hatibûn teqîbkirin, 3 terorîst li dorberê Girê Nirveseytuyê yê li bakurê Iraqê, 3 terorîst jî li tanga Yayladereyê bi herekata ji hewayê va hatibûn berterefkirin.
Di operasyona ku dewam dikir da teyareyên bêmirov li Xakurk Armuşa herêma li bakurê Iraqê ya ku li başûrê Şemdînliyê ye 5 terorîst hatibûn tesbîtkirin û paşê jî hatibûn berterefkirin.