HAKKARÎ
Piştî bûyerên ku di navbera endamên du eşîran de derket û kesek di bûyeran de mir, qedeqexeya derketina derve hatibû îlankirin. Walitiya Hekariyê da zanîn ku qedexeya derketina derve di saet 23.00an de rakir.
Li gor daxuyaniya ku ji walitiyê hat dayîn di 18ê tîrmehê de li bajêr di navbera kesên endamên du eşîran de nîqaş derket û pişt re bû şer. Di şer de kesek mir û 6 kes jî birîndar bûn û li bajêr aramî û ewlehî xira bû. Hat bibîrxistin ji bo ku aramî û ewlehiya li bajêr dîsa bê pêkanîn di 20ê tîrmehê piştî saet 19.45an şûnde qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji ber ku aramî û ewlehiya bajêr dîsa hat pêkanîn iro saet 23.00 şûn de qedexeya derketina derve hat rakirin. Hat gotin ku "Ji ber ku di tetbîqkirina vê biryarê de hesasiyet nîşan dan, ez spasiya gelê Hekariyê dikim."