Cankut Taşdan
17 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2021
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand, 5 terorîstên PKK/YPGyî ku li herêma herekata Kaniya Aştiyê amadehiya çalakiyê dikirin, hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya ser hesabê medyaya civakî ya wezaretê da wiha hat gotin, "Me destûr neda ku PKK/YPGya rêxistina terorê li herêma Kaniya Aştiyê hizûr û ewlehiyê xerab bike, em ê destûrê nedin jî! Qomandoyên me yên Qehreman ku li herêmê her cure tevdîrê hildidin, pêşî li ber hewildaneke êrîşê jî girt û 5 terorîstên PKK/YPGyî berteref kirin."