30 Nîsan 2019•Rojanekirin: 01 Gulan 2019
Hat ragihandin ku li herêma operasyona Mertalê Feratê di êrîşa terorîstên YPG/PKKyî da eskerek şehîd bû, 3 esker birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya ku ji Mişawirtiya Têkiliyên Çapemeniyê û Gel a Wezareta Parastina Neteweyî hat dayîn, li herêma operasyona Mertalê Feratê di êrîşa terorîstên YPG/PKKyî da eskerek şehîd bû, 3 esker sivik birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku piştî êrîşê di çarçoveya midafaya meşrû da hedefên terorîstan ên hatin tesbîtkirin, hatin gulebarankirin û wiha hat gotin:
"Xwedê rehma xwe li şehîdê me yê ezîz bike, serê malbata wî û serê Artêşa Tirk û miletê Tirk sax be. Xwedê sebrê bide, şifayê ji birîndaran ra bişîne."