17 Gulan 2016•Rojanekirin: 18 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Cinazê 13 kesên ku li Sûra navçeya Diyarbekirê di êrîşa bibombe ya ku ji hêla endamên rêxistina terorê ve hatibû kirin de miribûn, piştî merasimê li kêleka hev hatin definkirin.
Li taxa Sariqamişa navçeya Sûrê di 12ê gulanê de di saet 22.03an de kamyoneke teqemenî barkirî hatibû teqandin. Di teqînê de 16 kes miribûn û 23 kes jî birîndar bûbûn.
Cesedê 13 kesan ên ku dihat îdiakirin ku winda bûne, piştî karê wan ê DNAyê li Saziya Tipê ya Edlî anîn Diyarbekirê. Malbatan cinazeyên xwe ji morga Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê teslîm hildan.
- Cinaze bi ambulansan ve anîn gundê Tanişikê.
Wezîrê Karê Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker û Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy beşdarî merasimê bûn.
Piştî nimêja cinazeyan, welatiyan tabut heta ambulansa birin. Wezîr Ala jî tabuta Emrullah Yeşîl ê ku di teqînê de miriye demekî hilda li ser milê xwe.
Cinaze li gund li kêleka hev hatin definkirin.
Wezîr Ala û Yilmaz, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker û Walî Aksoy sersaxî dan malbata miriyan.
Cinazê 3 kesên din jî piştî karên wan ên otopsiyê di 13ê gulanê de hatibûn definkirin.