27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
DIYARBAKIR
Li Licêya navçeya Diyarbekirê teqemeniyeke ku bi 200 kîlo amonyum nîtratê va hatibû xurtkirin hat dîtin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên Amirtiya Ewlekariya Licê îxbar hildan ku terorîstên PKKyî di holikeke li hemberî Mizgefta Kaliyê ya li taxa Muallayê da teqemenî amade kirine û ew ê pê êrîşî hêzên ewlekariyê bikin li ser vê di ser navnîşanê da girtin û li wê derê bombeya ku di bîdonê da hatiye amadekirin dîtin.
Li ser vê haya Fermandariya Alaya Qomandoyan a Cendirmeyên Licê hat pêxistin û ji wê derê pisporên îmhekirina teqemeniyan hatin. Pisporan bi kûçikên dedektor va li herêmê geriyan û teqemeniyeke ku bi 200 kîlo amonyum nîtratê va hatibû xurtkirin dîtin.
Ekîbê li der û dorê tevdîrên ewlehiyê girt, bombe ji dewrê derxistin û ji bo ku îmha bike bir.
Ji bo derdestkirina terorîstên ku bombe di wê derê da bi cî kirin xebat dewam dikin.