12 Adar 2016•Rojanekirin: 13 Adar 2016
ÎSTANBUL
Dadgeha Cezayê Sulhê ya 9an a Stenbolê der heqê Cîhan Medya Dagitim AŞ, Irmak Radyo TV Hîzmetlerî AŞ û Dunya Dagitim AŞyê de bi hinceta ku girêdayî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel /FETO/PDY)ê dixebitin û li gor daxwazên wan weşanê dikin, biryara tayînkirina qayum da. Ji bo qayumiyê jî Sezaî Şengonul û parêzer Tahsîn Kaplan, Metîn Îlhan bi rayeye ku dikarin hemû karên rêvebiriyê bi cih bînin, hatin wezifedarkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo Cîhan Medya Dagitim AŞ, Irmak Radyo TV Hîzmetlerî AŞ û Dunya Dagitim AŞyê xwest ku bila qayum bê tayînkirin û Dadgeha Cezayê Sulhê ya 9an a Stenbolê jî ev daxwaz nirxand.
Dadgehê di biryara xwe de serlêdana serdozgeriyê di cih da dît û bi bîr xist ku di çarçoveya heman jêpirsînê de Dadgeha Cezayê Sulhê ya 6an a Stenbolê ji bo Feza Gazetecîlîk AŞya ku rojnameya Zamanê girêdayî wê ye û Cîhan Medya AŞyê biryara tayînkirina qayum dabû.