26 Hezîran 2016•Rojanekirin: 27 Hezîran 2016
ELAZIG
Li gor agahiya ku hat hildan, di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) da ku Serdozgeriya Komarê ya Karakoçanê dimeşîne, ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Qaçaxcîtî û Organîze ya Midûriya Emniyeta Bajêr li navenda Elazigê, navçeya wê ya Karakoçanê, Stenbol, Bursa, Aydin, Meletî, Wan, Adiyaman û Karamanê 22 navnîşan kifş kirin û di heman demê da operasyon birin ser van navnîşanan.
Di operasyonê da ji ber sûcên "kirina fesadiyê di îhaleyan da, saxtekariya di belgeyên fermî da, xapandina zirara sazî û sazûmaniyên qamûyê, xerab bikaranîna wezîfeyê" ji 22 gumanbaran 17 kes hatin binçavkirin. Di nav van kesan da rêvebirên hin weqif, komele, saziyên civata sivîl hene.
Bersûc li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Elazigê hatin kontrolkirin û ew birin midûriya emniyetê.
Li adrêsan lêgerîn û lêkolîn dewam dike.