İbrahim Atmaca
17 Sibat 2019•Rojanekirin: 18 Sibat 2019
MARDÎN
Li Mîdyada navçeya Mêrdînê minîbus wergeriya û 2 jê zarok 3 kes mirin, 14 kes birîndar bûn.
Minîbusa ku ji Diyarbekirê hat Mîdyadê û plaqa wê 21 GP 428 e, Abdullatîf Aydin diajot li ser rêya Mîdyad û Mêrdînê di kîlomêtreya 13em da wergeriya.
Di qezayê da Esma Tanguner (32), Seher Tanguner (3) û Sultan Yuksekdag (3) mirin, 14 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Piştî qezayê Qaymeqamê Mîdyadê Huseyîn Tekîn birîndar li nexweşxaneyê ziyaret kirin û paşê daxuyanî da rojnamegeran got ku minîbusa xwezginiyan ku ji Diyarbekirê hate navçeyê, wergeriya û wiha dewam kir, "Ekîbên me li ser cabdayînê demildest gihîştin cihê bûyerê û birîndar sewqî nexweşxaneyê kirin. Di qezayê da 2 jê zarok 3 kes mirin. Talûkeya birîndaran tuneye."